Li Dêrsimê 30 dever bi behaneya ewlehiyê têne valakirin

Li ser daxwaza Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr, walîtiyê 30 deverên Dêrsimê wek herêmên ewlekariya taybet ragihandin.


Li ser daxwaza Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr, walîtiyê 30 deverên Dêrsimê wek herêmên ewlekariya taybet ragihandin. Biryar bo muxtaran hat şandin û ji gundiyan hat daxwazkirin ku malên xwe vala bikin.


Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê li ser daxwaza Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr, walîtiyê 30 deverên Dêrsimê ji 1 heta 15ê Temûza 2019an 30 herêm wek "Navçeyên Ewlekariya Taybet" hatin ragihandin û bi rêya muxtaran daxwaz ji xelkê wan navçeyan hat kirin ku malên xwe vala bikin.


Li gor medya Tirkiyê, hinek herêm ser bi navenda Dêrsimê jî ligel li her çar qezayên wê Pûlur, Qişle, Pilemor û Xozatê 30 navçe wek deverên ewlekariya taybet hatin ragihandin.


Herçiqas demek dibe li Dêrsimê operasyonên artêşa Tirkiyê berdewam in, lê tê çaverêkirin ku piştî vê biryarê operasyon berfirehtir bibin.


 

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?