Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan heta 15 rojên din hat dirêjkirin

.

Li parêzeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, civîn, mitîng, xwepêşandan û hemû cûrên din ên çalakiyan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Colemêrgê, ji derveyî çalakiyên bi destûra parêzgarî û qeymeqamiye, encamdana çalakiyên weke, meş, mitîng, xwepêşandan, belavkirina belavokan, konser, çalakiyên protestoyî, greva birçîbûnê, vegirtina çadiran, lidarxistina şano û sînevîzyon û hemû cûrên çalakiyên weke wan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Qedexeya çalakiyan ji îro Çarşemê 2ê Kanûna 2020an destpê dike û heta 16ê Kanûna 2020an demjimêr berdewam dibe.

Qedexeya çalakiyan demeke dirêj e li Colemêrg û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê, tê dirêjkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?