Li Colemêrgê bazara cilên Kurdî germ e

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê daxwazeke zêde li ser cil û bergên Kurdî heye.

Rûdaw

 

Bilal Taşçi ‎piştî li Stenbolê fêrî pîşeya dirûtina cilan an terzîtiyê dibe, vedigere warê xwe û dikanekê vedike. Dema ‎dibîne daxwaza li ser cil û bergên Kurdî zêde ye, dest bi dirûtina cilên Kurdî dike û di dikana xwe de ‎derfeta kar bo 5 kesan çêdike.‎

 

Terzî Bilal Taşçi wiha behsa karê xwe dike: ‎“Karê dirûtina cilan dikim. Cil û bergên nerîtî didirûn. Kiras û fîstanên xaniman çêdikin. Çendîn ‎modelên me hene, Miradxanî, Pêşmerganî, modelên sade û modelên taybet bi ciwanan didirûn.”‎

 

Jin û mêrên Colemêrgê bi taybetî di şahî û helkeftan de cil û bergên Kurdî li xwe dikin. Xwesteka zêde ‎ya li ser cilên Kurdî, bazara qumaşfiroş û terzîyên Colemêrgê geş kirîye.‎

 

Taşçi dide zanîn ku nêzîkî salekê ye xwesteka li ser cilên kevneşopî gelekî zêde bûye bi taybetî di nav ciwanan de û dibêje: “Ez ‎dixwazim hemû xort cil û bergên herêmî li xwe bikin. Li Mêrdînê, Amed, Gever, herwiha ji derveyî ‎welat jî daxwaz ji me tê kirin. Ji Almanya û Fransayê daxwaz hebû, me ji wan re şandin.”‎

 

Li navenda bajarê Colemêrgê û beşeke zêde ya bajarokên wê, kargehên çêkirina cil û bergên Kurdî ‎hene û di çar demsalan de li ser karê xwe berdewam in. Bihayê her cilekî li gor qumaş tê guhertin, ji 200 ‎lîreyan dest pê dike heta digihe 600 lîreyan.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?