Li Colemêrê bo 15 rojan qedexe hat ragihandin

Li navenda bajarê Colemêrgê û 4 navçeyên wê bo 15 rojan “heremên ewlekariya taybet” hatin ragihandin.

Hat raginandin 31 deverên 4 navçeyên Colemêrgê qedexeya derketina derve hat ragihandin û ew herêm giş weke 'Herêmên Ewlekarîya Taybet' hatin ragihandin.

Di nava navçeyan de Çelê, Şemzînan, Gever û Derecîk hene û bi temamî deverên ku qedexe li ser wan hene 31 in.

Ragihandin bi sedema operasyonên bo ser PKKyê ne.

Wexta qedexeyê di 19ê Avrêlê piştî nîvê şevê destpê dike û heya 3yê Gulanê roja înê demjimêr 23.59.59an dewam dike.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?