Li Çewlîgê kursên Zazakî dest pê dikin

Li bajarê Çewlîgê, kursên bo fêrkirina zaravayê Zazakî dest pê dikin.

Navenda Nûçeyan- Li Çewlîga Bakurê Kurdistanê, li Navenda Fêrkirinê ya Gel ku ser bi Wezareta Perwerdehîyê ya Tirkîyê ve ye, kursek bo fêrkirina zaravayê Zazakî (Kirmanckî) tê vekirin.

Li gor daxuyanîya di malperê wê navendê de, kesên ku dixwazin beşdarî wan kursan bibin dikarin bi rêya online li ser malpera (http://bingolhem.gov.tr/) formê serîlêdanê tijî bikin.

Akademîsyen Murat Varol ku li zanîngeha Çewlîgê kar dike, derbarê vê mijarê de li ser hesaba xwe ya tora civakî bang li xelkê wî bajarî kir bo ku beşdarî kursê bibin û zimanê xwe fêr bibin.

Berî niha jî pirtûkên waneyên Zazakî ji pola 5-8 ku ji alîyê akademîsyenên Zanîngeha Çewlîgê û mamosteyên ser bi Perwerdehîya Bajêr ve hatibûn amadekirin, ji alîyê Wezareta Perwerdehîyê ya Tirkîyê ve hatibûn qebûlkirin.

Lêbelê ew pirtûkên bo Zazakî, ne li gor alfabeya Kurdî, li gor alfabeya Tirkî hatine amadekirin.

 

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?