Li Bedlîsê qedexeya derketina derve li 46 gundewaran hat ragihandin

.

Di çarçoveya operasyoneke li hember PKKê, li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya çûn û hatinê û derketina derve hat ragihandin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê, li 46 gundewarên girêdayî Bedlîsê, ji îro 4ê Kanûna 2020an ve qedexeya derketina derve hat ragihandin û hat diyarkirin, ev qedexe dê heta biryareke din a parêzgariyê dom bike.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, dê li cihên ku qedexe hatiye ragihandin, li dijî PKKê operasyon bên encamdan.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?