Li Bedlîsê helîkopterek ket: 11 esker mirin

.

 Helîkoptereke Tirkiyê li bajarê Bidlîsê yê Bakurê Kurdistanê ketiye xwarê û ji ber ketina wê helîkopterê 11 serbazên Tirkiyê mirine û 4 serbaz jî birîndar bûne. 

Medyaya Tirkiyê belav kiriye li navçeya Tetwan a Bedlîsa Bakurê Kurdistanê helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyê ket û di encamê de 11 leşkeran mirine û 4 leşkerên din jî birînda bûne.

Ligor zanyariyan heta niha nayê zanîn bê helîkopter ji ber kîjan sedemê ketiye.  Herwiha ligor malûmatên helîkopter li herêmeke çiyayî ketiye û pêleke berfbarînê ew herêm girtiye. 

Li aliyê din heta niha aliyên fermî derbarê ketina helîlopterê ti daxuyaniyeke fermî belav nekirine. 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?