LI BAXOZÊ ŞER GIRAN BÛ

LI bajarokê Baxozê şerê di navbera HSDyê û paşmayîyên DAIŞê ku piştî derxistina sivîlan û xweradestkirina DAIŞîyan lê mabûn, cardin destpê kir, û giran bû.

HSDê berî çend rojan, ji bo ku xelkê sivîl bikaribin ji Baxozê derkevin, êrîşên xwe bo ser vî bajarokî dabû rawestandin, lê belê duh bi şev mohleta ku HSDê bo derketina sivîlan û herwiha xwe radestkirina çekdarên DAIŞê diyar kiribû, bidawî hat û şervanên HSDê êrîşên xwe ji duh şev dabûne destpêkirin û firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî pêgehên DAIŞê bi tundî bombebaran dike.

Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Mustefa Balî ragihand, moleta ku wan dabû çekdarên DAIŞê yên li Baxozê mane bidawî hat û êrîşa wan li dijî DAIŞê destpê kir.

Balî tekez kir, di nava Baxozê de çekdarên DAIŞê yên biyanî mane û şer û pevçûn bi giranî diçe û firkoyekê Hevpeymaniya Navdewletî komgehên çekan ên DAIŞê bombebaran kir.

ragihand, ku îro şerê navbera HSDê û DAIŞê li nav bajarokê Baxozê dijwar bûye.

(Rûdaw/ K24)

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?