Li Başûrê Kurdistanê jî lehî rabû

Barîna baraneke zêde, bandoreke nerênî li Kurdistanê dike. Hat ragihandin ku li çend deverên Başûrê Kurdistanê lehî rabûye

Malpera Rûdawê girtevîdyoyên balkêş belav kir ku asta metirsîdarîya lehîyê dide der.

Ji duh yekşemê ve pêleke bihêz a baranê berê xwe daye Herêma Kurdistanê, ji ber barana zêde li beşek ji deverên Kurdistanê lehî rabû.

Silêmanî

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Silêmaniyê Rêkan Cemal: “Di encama wê barana zêde de av ketiye nav malên li du taxên bajêr. Li taxên Raperîn û Qulereysî tîmên me çûne hawara wan malan.”

Rêkan Cemal herwiha eşkere kir ku ji ber baranê li çend cadeyan asta avê bilind bûye û got: “Bi alîkariya tîmên şarevanî, em bi çareserkirina wê pirsgirêkê re mijûl in.”

Hewlêr

Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Şiwan Ebdulqadir li ser vê mijarê diyar kir: “Tenê li taxên Seydawa û Gilkend lehî rabûye.

Lehiyê astenga hatûçûnê di navbera Silêmanî û Hewlêrê de çêkiriye

 Lehiyê astenga hatûçûnê li ser rêya navbera Silêmanî û Hewlêrê çêkiriye. Qeymeqamê Navçeya Dukanê Şaho Usman ragihand: “Ji bo gihiştina hawara xelkê, me hemû hêzên xwe li nav Dûkanê û li her pênc bajarokên wê, xistine rewşa amadebaşiyê.”

Şaho Usman herwiha diyar kir: “Di encama barana zêde de ku li navçeya me bariya, astenga hatûçûnê li ser rêya sereke ya Silêmanî û Hewlêrê çêbûye. Me Şarevaniya Bajarokê Pîremegrûn erkdar kiriye ku dest bi paqijkirina rêyan bikin, daku hatûçûna li ser wê rêya sereke asayî bibe.”

Li Dûkan, Kelar  û Derbendîxan deriyên dibistanan hatine girtin

Qeymeqamê Derbendîxanê Nasih Mela Hesen: “Ji ber barana zêde, bi neçarî me dewama navendên perwerdeyê da sekinandin. Li çendîn cihan astengiya hatûçûnê çêbûye, bi taybetî li ber tunelê ku ji ber barana zêde cihekî biçûk a çiya hilweşiyaye û cade hatiye girtin, tîmên şarevaniyê bi paqijkirina rêyan mijûl in.”

(Rûdaw)

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!