Li Baneyê Sêyemîn Festîvala Helperkê destpê kir

Sêyemîn Festîvala Helperkê (govend) li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bi beşdarbûna bi dehan komên govendê dest pê kir.

Sêyemîn festîvala govend û dîlanê li bajarokê Bane, ku wek Festîvala Helperkê tê nasîn, dest pê kir.

Di festîvalê de 46 komên govend ji herêmên Ormiye, Îlam, Kirmaşan, Sine û Xurasanê yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê beşdar in û hevrikiyê dikin.

Festîval dê sibê xilas bibe û koma yekem jî dê were xelatkirin.

Bajarokê Bane girêdayî eyaleta Sine ya Rojhilatê Kurdistanê û nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê ye.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?