Li Bane kolberekî kurd hat kuştin

Li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê zêrevanê Îranê ve hat kuştin.


Li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê zêrevanê Îranê ve hat kuştin.
Duh li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê û li nêzîkî sînorê Başûr, zêrevanên Îranê kolberekî kurd yê bi  navê Hêmin Salihpûr (16 salî) kuştin.


Li gorî agahiyan, ew kolberê kurd xelkê gundê Alût yê Bane bûye.
Kolber ji wan kesan re tê gotin, ku ji bo peydakirina debara jiyana xwe barên giran li ser pişta xwe di navbera sînorên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de vediguhêzin û li hember wê pereyekê werdigrin.
 

Wek ku tê zanîn ji ber aboriya qels bi sed hezaran kesê rojhelatî debara xwe bi kolberiyê didomînin û gelek caran wek Hêmin Salîhpûr di vê rêyê de dibin qurbanî yên Zêrevan û serbazên Îranê.
 

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?