Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê rêjeya pirtûkên bi Kurdî %10 zêde bûye

Sala 2019an li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê 252 pirtûk bi zimanê Kurdî hatine belavkirin û rêjeya pirtûkên Kurdî ji sedî 10 zêde bû li gor salên berê.

Navenda Nûçeyan- Li gor malpereke bi navê 'Dîyarname' ku zêdetir li ser çand û hunerê zanyarî û  nûçeyan belav dike,  sala 2019an bi giştî 252 pirtûkên bi zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistan û Tirkîyê ji alîyê 25 dezgehan ve hatine çapkirin û belavkirin.

Herwiha hatîye dîyarkirin ku tevî hemû astengî zehmetîyan jî rêjeya pirtûkên Kurdî yên ku hatine çapkirin li gor sala 2018an ji sedî 10 zêde bûye.

Li gor amarên hatine belavkirin weşanxaneya J&J 48 pirtûk, weşanxaneya Sîtavê 43, weşanxaneya Avestayê 23 pirtûk belav kirine.

Herwiha weşanxaneya Semsûr di sala 2019an de tenê pirtûkek çap kirîye.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?