Li bajarê Wanê şer û pevçûn: yuzbaşiyekî û 2 leşker mirin

Li bajarê Wanê şer û pevçûn: yuzbaşiyekî û 2 leşker mirin

Li Kurdistana Bakûr li bajarê Wanê li navçeya Şaxê di dema operasyona leşkerên Tirk de yuzbaşiyekî û du çawîşên pispor ji aliyê PKK ê de hatin kuştin. Li gor ragihandina wezaretê; di encamê de 3 leşkerên Tirkiyê û 3 çekdarên PKK ê ji nav çûne û yarbayekî artêşa Tirk birîndar bûye.

Navên leşkerên hatine kuştin ji aliyê cîgirê serokê AKP ê Çiğdem Karaslan ve di ser hesabê wê yê medya civakî de hat belavkirin. Yuzbaşiyê bi navê Mahmut Top ji bajarê Samsûnê ye, çawîşê pispor Sezer Uşar ji bajarê Hatayê ye û çawîş Yusuf Uyar ji bajarê Eskişehirê ye.Lê navê yarbayê birîndar nehat dayîn.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?