Li Amedê xortekî 20 salî hat kuştin!

Duh li Parka Sumerê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê Recep Hantaşê 20 salî ji aliyê polîsan ve hat kuştin.

Doh dora demjimêr 04.00a sipêdê,  li Amedê, li Sumerparka li Yenîşehrê, xortekî kurd ê bi navê Recep Hantaş ku bi hevalê xwe ra rûdinişt bi guleya polêsan hat kuştin. Piştî bûyerê polêsan şahidê bûyerê jî desteser kir.
 

Walîtiya Amedê ragihand ku Recep Hantaş guh nedaye banga “hişyariyê” û ji ber vê yekê polîsan gule berdayê.

Birayê wî xortî Efe Hantaş gotiye, polîs gotiye bi xeletî hatiye kuştin lê birayê wî beriya niha ji aliyê polîs ve hatibû tehdîdkirin.

Cenazeya Hantaşê ku li cihê bûyerê jîyana xwe ji dest da, bo Zanîzgeha Dîcleyê hat veguhastin.

Piştî nivro jî cenazeya wî, di bin dorpêça polêsan da,  li Goristana Yenîkoyê hat veşartin.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?