Li Amedê Weqfa Mafê Mirovan a Tahîr Elçî hat damezrandin

Li Amedê bi armanca ku têkoşînê li hember binpêkirinên mafên mirovan bike, bi Serokatîya Jina Elçîyî Turkan Elçî, Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçîyî hat damezrandin.

Weqf bi beşdariya mafnas, nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedaran bi resepsiyonekê hat danasîn. Seroka Weqfê Turkan Elçî di axaftina vekirinê de got; gelek caran li hemberî binpêkirinên mafên mirovan tenê zanabûn têrê nake, divê mirov xwedî wicdar û cesaret be jî.

Seroka Weqifa Mafê Mirovan a Tahîr Elçî Turkan Elçî got: "Armanca weqfa me ew e ku em di nava civakê de serbixwe bin û tenê heqîqetê biparêzin. Em ê zimanê aşitî û wekheviyê bikar bînin. Em ê bi vî zimanê xwe bigihînin hemû aliyên civakê û em ê bi dengê wijdan, edalet û biratiyê cîhanekê damezrînin. Em ê bi rêbazên demokratîk hewla çareserkirina pirsgirêkan bidin."

Di civîna danasîna weqfê de bi sînevîzyonekê qala jiyana Tahîr Elçî û têkoşîna wî ya li hember binpêkirinên mafên mirovan hat kirin. Elçî, ji bo aşitiya civakî jî têdikoşiya û ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd jî di nav hewildanan de bû. Yek ji şêwirmendê weqfê parêzer Elî Bayram jî amaje kir di demeke ku binpêkirinên mafên mirovan zêde bûyîn de kêmasiya Tahîr Elçî xwe dide der.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?