'Li Amedê rojane 500-600 pêketiyên koronayê tên tespîtkirin’

.

Odeya Bijîşkan a Amedê rapora mehên îlon û cotmehê ya Kovîd-19 eşkere kir û ragihand ku li Amedê rojane carna bi ser 800’î û rojane teqrîben 500-600 weqayên Kovîd-19 tên tespîtkirin.

Odeya Bijîşkan a Amedê rapora Kovîd-19 a mehên îlonê û cotmehê li ser bernameya Zoomê bi raya giştî re eşkere kir. Odeya Bijîşkan di rapora xwe de dide eşkerekirin ku li Amedê rojane carna bi ser 800’î û rojane teqrîben 500-600 weqayên Kovîd-19 tên tespîtkirin. Di raporê de tê gotin her wiha di vê pêvajoya giran a koronayê de hezar û 182 xebatkarên tenduristiyê bi nexweşîna Kovîd-19 ketine û 13 xebatkarên tenduristiyê jî jiyana xwe ji dest dane.

Di raporê de hat gotin pandemî bi hemû tesîra xwe ya giran didome û asta pêla yekemîn a şewbê hêj nehatiye tekbirin.

LI NAVENDÊN TENDURISTIYÊ TEVDÎR KÊM IN  

Di raporê de hat diyarkirin li Navendên Tenduristiyê yên Malbatan hejmara nexweşan zêde dibe û li van navendan kelûpelên parastina ji koronayê têr nakin û ewlehiya xebatkarên tenduristiyê tê piştguhkirin.

MAMOSTE BI KORONAYÊ DIKEVIN

Di raporê de hat destnîşankirin ku li dibistanan tevdîrên li dijî koronayê têra xwe nehatine girtin û ji berk u derbasî perwerdehiya rûbirû bûye her roj li Amedê bi dehan mamoste serî li nexweşxaneyan didin û testên wan ên koronayê pozîtîf derdikeve.

ZEMKIRINA AVÊ TENDURISTIYA CIVAKÊ DIXE XETEREYÊ

Di raporê de hat gotin ku zemkirina avê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tenduristiya civakê dixe xetereyê.

HEJMARA GIRTIYÊN BI KORONAYÊ DIKEVIN ZÊDE DIBIN

Di raporê de hat xwestin ku li girtîgehan ji ber pandemiyê şert û mercên girtiyan bi taybet were başkirin û ji ber ku li girtîgehan tevdîrên xurt nayên girtin hejmara pêketiyên koronayê li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û agahiyên nexweş ji girtîgehan tên.

Di dawiya raporê de pêşniyazên ji bo tevdîrên li ber koronayê hatin rêzkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)