Li Amedê pirtûkeke bi zêr hatiye nivîsandin hat dîtin

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê pirtûkeke 17 rûpelî ku li ser kevilê xezalê bi zêr hatiye nivîsandin hat dîtin.

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê pirtûkeke 17 rûpelî ku li ser kevilê xezalê bi zêr hatiye nivîsandin hat dîtin. 

Li gor agahiyên berdest, tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Cendermeyên Bajêr li ser îxbara ku kesek dixwaze pirtûkeke ji heyama Romayê bifiroşe xebat dan destpêkirin. 

Tîman li taxa Peyasa ya navçeya Kayapinarê operasyon kir. 

Di encama lêgerîna li ser şikbar û mala wî hat kirin de pirtûkeke ku li ser kevilê xezalê bi zêr hatiye nivîsandin hat dîtin. Gumanbar hat desteserkirin.

Kar û barên gumanbar li navenda cendermeyê berdewam dike. 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê