Li Amedê minîbûs û traktor li hev qelibîn: 16 birîndar

Li navçeya Yenîşehîr a Amedê bûyereke trafîkê çêbû.

Li navçeya Yenîşehîr a Amedê bûyereke trafîkê çê bû.
Li Amedê di encama bûyereke hatinûçûnê de 5 jê giran, 16 kes birîndar bûn.
 
Bûyer li ser cadeya Xarpetê ya li navçeya Yenîşehîr a Ameda Bakûrê Kurdistanê çê bûye.
 
Di bûyerê de mînîbûsek û traktorek li hev qelibîne û di encamê de 16 kes birîndar bûne, ku rewşa tendirustiya 5 kes ji wan giran e.
 
Li gor agahiyan, di nava birîndaran de zarok jî hene, ku yek ji wan pitikekî 3 mehî ye.
 
Tîmên hawarçûnê û tîmên tendirustiyên gihîştin cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên navçeyê.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?