Li Amedê êrîş li wesayita zirhî ya polîsan hat kirin

Li bajarê Amedê bi bombeyeke karê destî êrîşî ser zerîpoşeke polîsan hate kirin.


Li bajarê Amedê bi bombeyeke karê destî êrîşî ser zerîpoşeke polîsan hate kirin. 

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê jî ji bo girtina kesên êrîşkar dest bi operasiyonekê kirine.
 
Li taxa Şehîdlîk ya Amedê hejmareke kesên nenaskirî bi bombeyên karê destî êrîşî ser zerîpoşeke polîsan kirin, piştî teqînê kesên ku êrîş kirine ji bo cihekê ne diyar reviyane.
 
Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê jî hejmareke zêde ya hêzên xwe li wê taxê belav kirine û dest bi operasiyonekê kirine ji bo girtina kesên êrîşkar.
 
Wesayita zirhî ya ku êrîş lê hatiye kirin, ya Rêveberiya Asayişa Parêzgeha Amedê ye.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?