Li Amedê çalakiya jinan a bi bisîklêtan hat lidarxistin

.

Li Amedê bi armanca di trafîkê de otomobîl kêm bibin û zêdetir bisîklêt werin bikaranîn jinan çalakiya ajotina bisîklêtan lidarxistin. Di çalakî ya bi navê Jinên Xemilandî ya bi bisîklêtan de zêdetirî 100 jinan sê saet û nîvan bisîklêt ajotin.

Ev çalakî ji 2013an vir ve di 19 îlona her sal de li 25 welatên cîhanê bi beşdarbûna bi girseyî ya jinan tê lidarxistin.

Armanca vê çalakîyê zêdetir xûyakirina jinan a di nav jiyanê de û balkişandina ser zêdebûna otomobîlan û zêdebûna trafîkê li bajaran  û qirêjbûna hewayê ye.

Di vê rojê de  jin bi girseyî li bisîklêtan dibin û daxwazên xwe tînin ziman. Di çalakîya li Amedê de jî bi armanca bal kişandina ser xûyakirina jinan a di her qadên jîyanê de nêzîkî sed jin pisiklêt ajotin

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê