Li Amedê 9 xebatkarên tendirustiyê bi Coronayê canê xwe ji dest dane

Li Amedê 9 xebatkarên tendirustiyê bi Coronayê canê xwe ji dest dane

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kermendekî din ê tendirustiyê bi Coronayê canê xwe ji dest da û bi vê jî li Amedê hejmara xebatkarên tendirustiyê ku bi Coronayê canê xwe ji dest dane gehişte 9 kesan.

Navê wê karmenda tendirustiya Amedê ku roja Duşemê 21ê Îlona 2020ê cane xwe ji dest daye Esra Alakuş e û 45 salî bû, ji roja 8ê Îlona 2020ê ve li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Gazîyaşargîl a Amedê çareserî werdigirt.

Li gor amarên Platforma Tendirustî ya Amedê, li sînorê wê parêzgehê heta niha 722 xebatkar û fermanberên tendirûstiyê bi Coronayê ketine û bi mirina Esra Alakuş hejmara karmendên tendirûstiyê ku bi Coronayê canê xwe ji dest dane gehişte 9 kesan.

Li aliyê din Rêveberê Tendirustiya Bajarê Amedê Cihan Tekin roja 21ê Îlonê ji ber jana ser û bê taqetiyê serdana nexweşxaneyê kiriye û testa wî ya Coronayê pozîtîv derketiye.

Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê heta niha 304 hezar û 610 kes bi vîrûsa Coronayê ketine. Ji wê hejmarê 7 hezar û 574 kesan cane xwe ji dest dane, rewşa tendirustî ya hezar û 491 kesan nebaş e û 268 hezar û 435 kes jî baş bûne. Mehek berî niha hejmara miriyan di rojekê de nêzîka 20 kesan bû, lê niha ew hejmar gehiştiye nêzîka 60-70ê kesan di rojekê de.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê