Li Almanyayê Navenda Diyasporaya Kurdî tê damezrandin

Li Almanyayê, bi piştgiriya Serok Mesûd Barzanî û bi armanca yekdengiya Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê yên li diyasporayê, Navenda Diyasporaya Kurdî (Kurdish Diaspora Center) tê damezrandin.

Armanca Navenda Diyasporaya Kurdî; çareserkirina pirsgirêkên Kurdan yên di warên dadî, civakî, perwerdehî, çandî, siyasî ye û xabetên lobî ye.

Li gor Berpirsyarê Navendê yê ku ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hatiye  peywirdarkirin Tahir Hewramî diyar kir; her kes û her rêxistina ku Alaya Kurdistanê nas dike, wek alaya xwe dizane û xebata rizgariya Kurdistanê dike, dikarin di nav Navenda Diyasporaya Kurdî de cîh bigire. Navenda Diyasporaya Kurdî wê ne di bin desthilatdariya çi partiyekê be û yekane merca wan jî naskirina Alaya Kurdistanê ye.

Herwiha Tahir Hewramî di berdewamiya axavtina xwe de destnîşan kir, dema navendeke nûnertiya Kurdên li derveyî welat hatiye, çawa ku Cihû, Ermen û Yûnanan bi heman şêweyê xwe li Ewropa bi rêxistin kirine.

Wê cihê sereke yê Navenda Diyasporaya Kurdî li Almanyayê be, lê li Holanda, Belçîka, Fransa, Awûstûrya û Fînlandiya jî wê dezgeh bêne damezrandin û yekdengiya Kurdên her çar parçeyan pêk bîne.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê