Li 5 bajaran vê hefteyê hin çalakîyên hunerî

Li Amed, Batman, Enqere, Stenbol û Mulhemê dawîya vê hefteyê hin çalakîyên hunerî li dar diekve.

Li  Amed, Batman, Enqere, Stenbol û Mulhemê dawîya vê hefteyê hin çalakîyên hunerî li dar diekve. Vane ew çalakî:

 

06.02.2020

BATMAN

Lîstika "Serbaz" li Yeni Sehne ya Batmanê saet 19.30 de tê lîstin.

 

07.02.2020

AMED

Şanoya Bajêr a Amedê lîstika xwe “Tartuffe” pêşkêş dike. Lîstika ku  Moliere nivîsandîye, derhênerîya wê  Ruknettin Gun kirîye. Lîstik 7 û 8'ê mehê saet 19.30'yan de li Salona Şanoya Bajêr dê bê lîstin.

 

08.02.2020

ENQERE

Lîstika Şa Performans a bi navê "Ji Akademîyê Re Raporek!" 8'ê mehê saet 20'an de li Bambu Sahte ya Enqereyê tê lî tin.

Lîstika ku ji alîyê Franz Kafka ve hatîye nivîsanrin, Roşeng Rojbîr wergerandîye kurdî û derhênerîya wê Tuncay Ozel dike.

STENBOL

Bi sernavê "Fikirîn, nivîsîn û weşandina bi kurdî: Ezmûn, pirsgirêk û pêşnîyar" bernameya ku ji alîyê ji alîyê Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, Koma Lêkolîna Çandên Tirkîyeyê û Weşanên Peywendê ve tê bi rê ve birin li dar dikeve. 8'ê mehê saet 14.00-18.00 li E1 301 a Kampusa Santralîstanbula Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê bi beşdarîya gelek nivîskaran li dar dikeve..

 

09.02.2020

BATMAN

Nivîskar Roşan Lezgîn 9'ê mehê saet 15'an de li Batmanê beşdarî panelek dibe. Lezgîn dê li ser "Nav û têgeh masûm nîn in" li Komeleya Nûbiharê biaxive. 

MULHEM

Teatra Jîyana Nû (TJN) bi du lîstikên xwe derdikeve tûrneya Ewropayê. Di vê çarçoveyê de yekem car li Mulhem a ALmanyayê dilîze. Lîstika wan a Tenê Ez dê saet 18'an de bê lîstin.

 

 Dîyarname

 

 

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye