Li 31 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Li 31 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê qedexeya derketina derve hat ragihandin

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê da xuyakirin, di çarçoveya rêkarên hember Korona de, li 30 bajarên mezin û bajarê Zonguldakê, qedexeya derketina derve hatîye ragihandin.

Da zanîn, qedexe bo heyama 48 demjimêran e û ji welatîyan daxwaz a pabendbûne tê kirin. Qedexe bajarên Dîyarbekir, Wan û Mêrdînê yên bakurê Kurdistanê jî, li xwe digre.

Hejmara qurbanîyên koronayê 1000 kes derbas kir

ji alîyê din Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê di rojekê de 98 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan û bi vî awayî hejmara qurbanîyên koronayê bû 1006 kes.

Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettîn Koca,  piştî kombûna li gel Komîteya Zanistê, konferanseke rojnamevanîyê encam da û dawîn amarên koronayê li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê belav kirin.

Li gor zanyarîyên Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê, di heyama 24 demjimêrên derbasbûyî de, 98 kesan bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û 4747 pêketîyên din ên koronayê hatine tomarkirin û herwiha 281 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî li Tirkîyê hejmara kesên bi koronayê canê xwe ji dest dane li Tirkîyê gihişt 1006 kesan û hejmara pêketîyan jî bû 47029 kes. Hejmara kesên ji koronayê rizgar bûne jî bû 2423 kes.

Fahrettîn Koca dîyar jî kir ku her hemwelatîyê Tirkîyê dikare biçe ji dermanfiroşan bêyî beramber, 5 maskeyan bistîne û herwiha careke din daxwaz ji xelkê kir ku li malên xwe bimînin û peywendîyên civakî sînordar bikin.

Siyaset Haberleri

Daxuyaniya bi hilkefta pêkhatina Pêncemîn Plînoma Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat
Şandeyeke Kongreya Amerîkayê bi Ehmed Şer re civiya
Keleha Hewlêrê dê bi muzîka Rojavayê Kurdistanê olan bide: ‘Yekpar’ û ‘Şahmaran’
Şoreşa teknolojiyê: Robot êdî dikarin bibin dayîk
Ji Serê Kaniyê heta Derayê heman kes, heman tehdîd: Çekdar kincên xwe diguherin