400 Kurdên Êzidî li Bexda û Mûsilê asê mane

400 Kurdên Êzidî li Bexda û Mûsilê asê mane

Ji ber qedexeya hatin û çûnê, nêzî 400 karkerên Kurdên Êzidî yên xelkê Şingalê ku li Bexda û Mûsilê kar dikirin û piştî belavbûna koronayê û ragihandina qedexeya hatin û çûnê, li ser sînorê parêzgeha Mûsilê asê mane û nikarin vegerin malên xwe.

A+A-

NAVENDA NÛÇEYAN - Nêzîkî 100 ji wan karkerên Êzidî, 17 roj in ku li zalgeha Sikrê Musilê asê mane, yê otombêl heye di nav de radikeve, yê nebe jî li ser erdê û çolê dirazê.

Karkerên ku li Bexdayê asê mane, ne dikarin derbasî Şingalê bibin, ne jî dikarin vegerin Bexdayê.

Biryar di destê parêzgarîya Mûsilê de ye, eger ew razî bibe, ew karkar dê bikarin vegerin nav mal û zarokên xwe.

Kinê Elî dayikeke Şingalî ye, ew ji ber dûrîya ji kurê xwe yê 23 salî yê bi navê Îlyas Cirdo ku li Bexdayê kar dikir û ji ber wê rewşa niha ya ji ber koronayê li vî bajarî asê maye, dilteng e û herwiha bê debar jî maye.

Îlyas Cirdo, dema şeş mahen bû ku ji ber nebûna derfetên kar ji Şingalê ve çûbû Bexdayê û li xaringeheke vî bajarî kar dikir, lê niha piştî ragihandina qedexeya hatin û çûnê û rawestana karê xwaringehê, ew 25 roj in ku dixwaze vegere mala xwe, lê rê bi wî û bi dehan kesên wek wî nayê dan, ku derbasî Şingalê û sînorê parêzgeha Mûsilê bibin.

Kinê Elî dayika Îlyas Cirdo ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Kurê min li ser kar bû li Bexdayê, ew demek bû li wê derê kar dikir, lê karê wan jî rawestîya û niha rê nadin ku bihên. Ne bi tenê kurê min, hejmarek kesên din jî wek kurê min asê mane û rê nadin wan ku bihên. Eger rê heba û hatibana Şingalê, dê gelek baş ba, nizanim cardin çawa destê me dê bigihin hev.”

Imad Serhokî yek ji wan karkeran ku li Mûsilê asê maye, ew ji Rûdawê re dibêje: “Rewşa me gelek xirab e, em li zalgehên Mûsilê dimînin, ew bû 17 roj ku em li ser erdê dirazên û nivînên me nînin. Em bi rêya Rûdawê daxwaz dikin ku çareserîyekê ji bo me û zarokên me bikin, tenê nîv demjimêrekê rê ji me re vekin.”

Rêveberîya deverê ji bo vegerandina wan karkeran cihên taybet ên kerentînê bo kerentînekirina wan amade kirine û daxwaz ji parêzgarê Mûsilê kirîye, ku rê li ber wan karkeran vekin û wan kesan li Şingalê kerentîne bikin, heta dema ku piştrast dibin, ti kes ji wan hilgirê vîrusa koronayê nîne, lê parêzgar ev yek red kirîye.

Rêveberê Nahîyeya Sinûnê ya ser bi Şingalê ve, Xudêda Çûkî jî têkildarî rewşa wan karkeran ji Rûdawê re ragihand: “Me Hewl daye eger xelkê me hatibe û Mûsil derbas kiribe, em karên wan li vir birêve bibin. Em dixwazin li ser karên wan rawestin û em dikarin wan bibin nav çend dibistanan heta 14 yan 15 rojan li bajar bimînin. Ew xelkê me ne em neçarin ku wan derbas bikin û bigihînin cem xwe.”

Piranîya Kurdên Êzidî yên ku niha li Bexdayê asê mane, karkerî dikirin û niha rojên xwe bê kar li hotelan derbas dikin.

Tehsîn Qasim- Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin