Li 2 bajarên Bakurê Kurdistanê qedexe hatin ragihandin

Li Wanê bo dema 15 rojan û li Rihayê jî bo dema mehekê qedexeya encamdana çalakiyan hat ragihandin.

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta ewlekariyê û rêgirtina li ber belavbûna vîrusa Coronayê, çalakiyên weke meş û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Wanê, ji bo berevaniya “ewlekariya can û malên xelkê û rêgirtina li ber belavbûna Coronayê”, encamdana çalakiyên weke civîn û xwepêşandanan, di nav sînorê parêzgeha Wanê de bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.

Qedexeya çalakiyan ji îro Şemiyê 05-09-2020 dest pê dike û 19-09-2020 bi dawî dibe. 

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê jî encamdana çalakî û mitîngan bo dema mehekê hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê, li nav sînorê parêzgeha Rihayê û navçeyên wê, ji derveyî çalakiyên ku bi destûra walîtî û qayimqamtiyên parêzgehê de, encamdana çalakiyên weke civîn, meş, xwepêşandan, mitîng, vegirtina çadir û standan, belavkirina belavûkan û hemû cûrên çalakiyên weke wan bo dema mehekê hatine qedexekirin.

Qedexeya çalakiyan ji roja Yekşemê 06-09-2020 dest pê dike û di 05-10-2020an  bi dawî dibe.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?