Leşkerên Tirkiyê li Geverê Alî Derelî yê 63 salî û hespê wî kuştin

.

Leşkerên Tirkiyê yên li Bajêrgeha girêdayî navçeya Gevera Bakurê Kurdistanê derketibûn operasyonê, Alî Derelî yê 63 salî û hespê wî kuştin. Termê Derelî, nêzî 6 saetan li erdê ma ye.

Li gundê Awyan ê Bajarokê Bajêrgeha girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê, do bi şev di saet 18:30an de, leşkeran li ser sînor gule barandin ser Alî Derelî yê 63 salî, ew û hespa wî i hev re kuştin. Li gor zanyariyan, Derelî di encama gulebarandina leşkerên 500 metre dûrî mala wî derketibûn operasyonê de, can da. Gundiyên xwestin biçin termê Derelî bînin, hatin astengkirin. Ji ber vê yekê termê Derelî piştî ku 6 saetan li erdê dimîne, dûre radikin nexweşxanê. Hat dest nîşan kirin ku Derelî ji ber guleya ji pişta xwe xwarî, xwînîbûna hûndir derbas kiriye û ji ber vê jî can daye.

Termê Derelî yê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê, piştî kar û barên otopsiyê li gund hat definkirin. 

 

Kurdîstan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye
Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin