Leşkerên gumanbarên cînayetên Derelî hatin berdan

.

Leşkerên gumanbarê cînayeta Şêralî Derelî ku li gundê Avyan ê girêdayî bajaroka Bajargan a Geverê hatibû kuştin, piştî gotin dayîna li dozgeriyê hatin berdan. 

Di 29’ê cotmehê de li gundê Avyan ê bajaroka Bajargan a navçeya Geverê ya Şirnexê leşkeran 50 metre dûrî mala wî Şeralî Derelî (61) kuştibûn. Ji ber cînayeta Derelî 5 leşker hatibûn binçavkirin û piştî gotin dayîna xwe ya li Serdozgeriya Komarê ya Geverê hatin berdan. Leşkeran di gotinên xwe de diyar kirine ku ji ber siwarên hespan hişyariya wan a “raweste” guhdar nekirine, gule berî hewa dane û nizanin ku guleya kîjan ki wan li Derelî ketiye. 

Piştî gotin dayînê derbarê 3 leşkeran de biryara qedexeya derketine derveyî welat hat dayîn û her pênc leşker jî hatin berdan. 

Di çarçoveya lêpirsînê de hevjîna Derelî jî çû Miduriyeta Polisan a Geverê gotin da.

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?