LaWjê piştî sê salan wê li Stenbolê konserek bide

.

Piştî pandemîyê ango piştî 3 salan LaWje dê cara yekemîn bi orkestrayekê mezin li Stenbolê derkeve ser dikê. Konser dê 18ê Sibatê roja înê saet 20:00ê li Navenda Çanda Suleyman Seba ya Beşiktaşê li dar bikeve.

Piştî pandemîyê ango piştî 3 salan LaWje dê cara yekemîn bi orkestrayekê mezin li Stenbolê derkeve ser dikê.

LaWjeyê di 2003an de li Colemêrgê dest bi xebatên berhevkirinê kir, ji denbêjan û çîrokbêjan stran û kilamên folklorîk berhev û tomar kirin, ew stranên berhevkirî bi şîroveya xwe ji nû ve strandin û ji bo guhdaran pêşkêş kirin.

Koma LaWje ya ku zêdetir muzîka Colemêrgê ji xwe re wekî bingeh qebûl dike ji bajarên derdorê yên wekî herêma Botanê (Şirnex û Cizîr) jî stran û kilaman şîrove dikin. Ji demên qedîm û berê pê ve stranên bi forma kilam, payîzok, heyranok, şeşbendî û narînk yên herêma Colemêrgê û Botanê bi muzîkala xwe ji nû ve sitrandine, herwiha form û miqamên van stranan parastine. LaWje behra muzîka Colemêrgê û Botanê pêşkêşî guhdaran dike. 

Ligel van formên her du herêman LaWje stranên qedîm û yên kûlt jî bi muzîkal û şîroveyê xwe ji nû ve distrîne.

Konsera LaWjê Platforma Chalak Eventsê li dar dixe û li bendê ne eleqeyek mezin bê nişandan.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?