Laleş û Amedî bûn namzedên lîsteya mîrateyên dîrokî yên UNESCOyê

.

 

Ofîsa UNESCO li Iraqê eşkere kir ku UNESCO ji bo danîna 12 deverên Iraqê di nav lîsteya mîrateya cîhanî de dixebite ku navçeya Amedî û Perestgeha Laleşê di nav lîsteya namzedan de ne.

Berpirsê UNESCOyê Iraqê ragihandiye ku proseyeke giştgîr heye ku divê ji bo hemû deveran were encamdan, da ku di lîsteya mîrateyên cîhanî de werin pesendkirin û vê yekê jî divê hikûmeta Iraqê pêk bîne.

12 deverên ji bo lîsteya mîrateyên cîhanî bûne namzed ev in:

Navçeya Amedî, Perestgeha Laleşê, Nemrûd, Nîbor, Bajarê Kevn ê Mûsilê, Bajarê Kevn ê Nînowa, Kelha Exzeyr a li Kerbela, Goristana Geliyê Selam, Devera Zulkifl û deverên dîrokî yên li ser Çemê Dîcleyê yên li Bexdayê.

Li gorî nûçeya K24ê berpirsê UNESCOyê daye xuyakirin, UNESCO li ser asta navdewletî daxwaz dike ku hişyariya zêdetir hebe li ser mîrateyan ku bi rêyeke nerast ji Iraqê têne veguhestin.

UNESCO piştgiriya wan hewldanan dike ku rêgirî li bazirganîkirina bi parçeyên dîrokî dike. Ji bo vê yekê jî hemahengî di navbera înterpol û rêxistinên cîhanî de kiriye, da ku alîkariya Iraqê bikin û parçeyên dîrokî yên bi qaçaxî ji Iraqê hatine derxistin, werin vegerandin.

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan