Kurdistan | Yekem beşa balafirvaniyê li Zanîngeha Selahedîn vebû

.

Li Herêma Kurdistanê cara yekem li ser asta zanîngehên Herêma Kurdistanê, beşa balafirvaniyê li fakulteya endezyariyê ya Zanîngeha Selahedînê hat vekirin.

Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî ragihand ku îro Sêşemê bi merasîmeke ku Nûnerê Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî Dr. Mihemed Husên û Serokê Zanîngeha Selahedîn Prof. Dr. Cewher Fetah û hejmarek berpirsên din tê de amade bûn, beşa balafirvaniyê hat vekirin.

Prof. Dr. Cewher Fetah di merasîmê de got: “Kompaniya Huawei ku yek ji kompaniyên mezin ên cîhanê ye, fikra vekirina vê navendê da û ji sala derbasbûyî ve çendîn pêşbirk encam dan.”

Serokê Zanîngeha Selahedîn Prof. Dr. Cewher Fetah da zanîn, ji bo perwerdeya îsal a beşa balafirvaniyê, ew ê hejmarek xwendekaran werbigrin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?