Kurdistan: 11 taxên Hewlêrê hatin kerentînekirin

Piştî zêdebûna hejmara tûşbûyên koronayê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, 11 taxên vî bajarî hatin kerentînekirin.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzencî ragihand, “cihên hatine kerentînekirin, tûşbûyên koronayê lê hene.”

Saman Berzencî dîyar kir, “taxên Alton City, Şêx Ehmed, Karêzan, Zanko, Çinar, Mamostayan, 124ê Gulan, Jîyan, Zîlan City, 94ê Badawe û Kanî Genî ji îro ve têne kerentînekirin.”

Berzencî got, ji ber wê yekê ku hejmarek tûşbûyên koronayê li wan taxan hatin tomarkirin, biryara kerentînekirina wan hat dan.

Berî daxuyanîya Wezîrê Tendirstîyê, Berpirsê Şubeya Pişkinîn û Lidûvçûnan li Rêveberîya Giştî ya Tendirustîya Hewlêrê, Hekar Ebdulxenî ji Rûdawê re gotibû, wan biryara kerentînekirina taxa Karêzan a bajarê Hewlêrê daye û tekez kiribû, di plana wan de ye ku 10 taxên din ên bajêr jî kerentîn bikin.

Di çend rojên bihorî de li taxa Karêzan a Hewlêrê, berovajî biryar û rênimayîyên herdu wezaretên navxwe û tendirustî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, du malbatan du merasimêm tazîyê danîbûn û ew yek bibû sedema tûşbûna bi dehan kesan.

Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê ragihandîye, ji duh ve heta îro 49 kes li sînorê parêzgeha Hewlêrê bi koronayê ketine, ku 44 kes duh û 5 kes jî îro tûşbûna wan bi koronayê hat ragihandin.

Li gor amarên Wezareta Tendirustîyê, heta niha 288 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, ku 105 kes ji nexweşan baş bûne û 3 kesan jî jîyana xwe ji dest dane.

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin