Li Bakurê Kurdistanê 605 kes bi Koronayê ketine

Li Bakurê Kurdistanê 605 kes bi Koronayê ketine

Li bajarên Bakurê Kurdistanê li gor amarên Wezareta Tendirustîya Tirkîyê 605 kes bi vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) ketine.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca piştî civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê, civîna rojnamevanî saz kir û têde amarên haletên tûşbûna koronayê yên li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê eşkere kir.

Fahrettîn Koca ragihand ku herî zêde pêketîyên vîrusa koronayê li Stenbolê hatin dîtin û pey re jî Îzmîr û Enqere tên û li 39 bajarên Tirkîye û Bakurê Kurdistanê haletên mirinê yên ji ber Covid-19 hene.

Li gor amarên Fahrettîn Koca belav kirin li bajarên Bakurê Kurdistanê 605 kes bi vîrusa koronayê ketine.

Hejmara haletên tûşbûnê yê bajarên Bakurê Kurdistanê bi vî awayî ye: “Erzerom kes 86, Sêwaz kes 67, Meletî kes 49, Dîlok kes 37, Riha kes 34, Mêrdîn kes 34, Sêrt kes 32, Agirî kes 29, Amed kes 26, Semsûr kes 26, Wan kes 26, Qers kes 25, Îdir kes 25, Bedlîs kes 22, Erzîngan kes 17, Kilîs kes 16, Meraş kes 15, Xartpêt kes 9, Çewlîg kes 8, Colemêrg kes 7, Êlih kes 7, kes Erdexan kes 5 û Şirnex 3 kes bi koronayê ketine.”

Li gor amarên Wezareta Tendirustîya Tirkîyê heta niha ji ber koronayê 277 kesan li bajarên Tirkîye û Bakurê Kurdistan canê xwe ji dest dane û lê nayê zanîn ka çend ji wan li kîjan bajaran in, têne amara 10 parêzgehên herî zêde qurbanî lê hene, hate eşkerekirin û di nav de jî ti bajareke Bakurê Kurdistanê nîne.

Herwiha li gor amarên wezaretê li ti bajarekî Bakurê Kurdistanê zêdeyî 3 qurbanîyan çênebûye, lê amarên odeyên bijîşkan berevajoyê wê nîşan didin.

Odeya Bijîşkan a Amedê duh ragihandibû ku heta 30 Adara 2020an li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê 150 kes bi vîrusa koronayê ketine û herwiha 5 kesan jî ji ber heman vîrusê canê xwe ji dest dane.

Li navçeya Muksê ya Wanê kesekî 70 salî bi navê Hecî Gurî bi gumana vîrusa Koronayê bo nexweşxaneyê hatibû rakirin, pêr canê xwe ji dest dabû. 

Li parêzgeha Mêrdînê jî bi sedema tûşbûna bi vîrusa koronaya nû anku COVID-19 kesekî canê xwe ji dest dabû.

Li Bedlîsê 3 gund û 9 apartman hatin kerentînekirin

Li navçeya Tetwan a Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ji ber belavbûna vîrûsa koronayê 3 gund û 9 apartman hatin kerentînekirin.

Li navçeya Tetwan a Bedlîsê Îro Pêncşemê 2ê Adarê, di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna koronayê de hersê gundên Gifêkî, Aleman û Komusê û 9 avahî hatin kerentînekirin.

Walîtîya Bedlîsê dîyar kir ku bi awayekî demkî li taxên Kultur, Kale, Aydinlar û Bahçelîevlerê 9 apartman hatine destnîşankirin xistine jêr kerentîneyê û nabe ew kesên di wan apartmanan de dirûnin, ji malên xwe derbikevin û kesên pabendê rênimayan nebe dê derbarê wan de karûbarên yasayî were destpêkirin û bêne cezakirin.

Li gor daxuyanîya Walîtîya Bedlîsê ev biryar karmendên ewlekarîyê û tendirustîyê lixwe nagire.

Ev yek di demekê de ye ku li parêzgeha Bedlîsê li gor amarên fermî heta 1ê Nîsanê, 22 kes bi vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) ketine.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin