Kurdên Sovyeta berê rêxistinîbûna xwe bihêz dikin

Federasyona Komeleyên Kurdên Navnetewî (FKKN) konferansa xwe ya salane li bajarê Sankt-Peterbûrg a Rûsyayê destpê kir.

Federasyona Komeleyên Kurdên Navnetewî (FKKN) konferansa xwe ya salane li bajarê Sankt-Peterbûrg a Rûsyayê destpê kir. 

Rojnamevan û Nivîskar Hejarê Şamil ji Kurdistan24 re diyarkir, ku Konferans bi rojevek dewlemend lidar dikeve. Ligor agahdariyên Hejarê Şamil ji nav Konferansê:
Di civîna roja yekemîn a Konferansê de endamên Gurcîstanê, Azerbaycanê, Ermenistanê, Qazaxistanê, Qirgizistanê, Bêlorûsya yê, Rûsya yê (bajerên curbecur) beşdar bûn. 
Rojeva civînê jî, ji van mijarên jêrîn pêkhat: 
- Pirsgirêka Kurd di rojeva cîhanî ya sedsala 21an de.
- Pirsgirêkên Kurdên Sovyeta berê wekî gelê surgunkirî.û Sazkirina komîteyekî ji bo çareserkirinê wan pirsgirêkan. 
- Teyîdkirina endamên rêveberiyê û parvekirinê erkan. 
- Tesdîqkirinê Bernameya FKKN.
- Amadekirina Foruma Ciwanan.
- Amadekirina Komîteya Jinan. 
- Ji bo astengkirinê asîmîlasyonê, pêşxistinê karên çandî û perwerdeyî.
- Amedekirinê wasîteyên perwerdeyî ji bo dûrvehînbûnê zimanê Kurdî. 
- Derbarê karên FKKN li babetê hevkariya diasporên dîtir ve.
- Amadekirinê komîsyonekê ji bo lêkolîna dîroka Kurdên Kafkasyayê û Sovyeta Berê bi giştî.
- Bangewazî ji lidêrên cihanê re, di derbarê dagirkirinê Kerkuk, Şengal û Efrînê de.

Herweha rojnamevan-nivîskar Şamil ji K24 re anî ziman, ku civîn bi axaftin û nirxandinên dewlemend di derbarê mijaran de dom dike...

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?