Kurdên êzîdî ji ber Koronayê cejna Rojîyên Êzî pîroz nakin

.

Wekîlekî mîrê kurdên êzîdî ragihand, kurdên êzîdî îsal ji ber Koronayê cejna Rojîyên Êzî pîraz nakin.

Wekîlê mîrê êzîdiyan bo karûbarên pêwendiyan, Mîr Cewher Elî Beg  got, ji ber ku hîn metirsiya Koronayê xilas nebûye, mîrê êzîdiyan biryar da îsal cejna Rojîyên Êzî neyê pîrozkirin.

Mîr Cewher her wiha got, her gava nexweşiya Koronayê xilas bû wê hinge cejna me ye. Ji xwe dema keç û zarokên me yên di destê DAIŞê de jî bên rizgarkirin, emê zêdetir kêfxweş bibin û Şingal jî dê asûde bibe.

Li gorî ayîna êzîdatiyê, kurdên êzîdî dê sibê dest bi girtina rojiyan bikin û roja îniyê jî bikin cejn. Rojîyên Êzî sê roj in.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?