Kurdên êzîdî ji ber Koronayê cejna Çarşema Sor pîroz nakin

Kurdên êzîdî ji ber belavbûna vîrusa Koronayê li Kurdistan û cîhanê, îsal cejna Çarşema Sor pîroz nakin.

Navenda Nûçeyan - Şîretkarê encumena rûhanîya êzîdîyan, Kerîm Silêman ji BasNewsê re got, her sal tevahîya kurdên êzîdî ji seranserî Kurdistan û cîhanê bo pîrozkirina cejna Çarşema Sor li perestgeha Laliş kom dibin û cejna hev pîroz dikin.

Kerîm Silêman her wiha got, lê îsal ji ber vîrusa Koronayê û tedbîrên hikûmeta Kurdistanê li hember Koronayê kurdên êzîdî jî mina welatîyên din di mal de dimînin û naçin Lalişê.

Wî mezinê êzîdîyan da zanîn ku mîrê êzîdîyan Mîr Hazim Tehsîn Beg jî bang li kurdên êzîdî kirîye di mal de bimînin û îsal cejnê li mal de pîroz bikin.

Kurdên êzîdî her sal di meha Nîsanê de cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Kincên kurdî li ber dikin û şemalkan vêdixin û şahî û kêfxoşîyê dikin. Cejna îsal roja 15 vê mehê ye.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist