Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

.

Li dinyayê hejmara kesên ji Kovîd-19ê filitîn û baş bûn ji 60 milyonî derbas bû

Li dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) nexweş ketin û paşê baş bûn ji 60 milyonî derbas bû.

Li gor daneyên "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li dinyayê 60 milyon û 97 hezar û 97 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Li 4 welatên ku herî zêde welatiyên wan bi vîrusê ketin di heman demê da bûn welatên ku nexweşên wan zêde pak bûn jî.

Li Amerîkayê 12 milyon û 361 hezar û 387 kes, li Hindistanê 9 milyon û 927 hezar û 310 kes, li Brezilyayê 6 milyon û 769 hezar û 420 kes û li Rûsyayê jî 2 milyon û 599 hezar û 35 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Li dinyayê tedawiya 23 milyon û 42 hezar û 226 kesan dewam dike.

Kovîd-19 di çileya pêşîn a 2019an da li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û li dinyayê ji 200î zêdetir welêt û herêman belav bû.

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin gihîşt 84 milyon û 982 hezar û 879an, milyonek û 843 hezar û 556 kes jî ji ber vîrusê mirin. 


 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?