Kovara Psychology Kurdî hejmara 10emîn derket

Kovara Derûnnasîyê Psychology Kurdî 4 sal li pey xwe hişt. Hejmara 10emîn a kovarê derket. Kovar di ‎vê hejmarê de balê dikişîne ser mijarên wek “Zayendî û civak.” ‎

Navenda Nûçeyan - Hejmara 10emîn nû ya Kovara Derûnnasîyê Psychology Kurdî derçû. Kovara ku di sala 2016an de dest bi ‎weşanê kirîye, bi hejmara 10emîn 4 salîya xwe pîroz dike.

Kovar çar mehan carek ‎derdikeve. Edîtorên kovarê di vê hejmara xwe ya nû de wekî dosyayê berê xwe dane mijara “Zayendî ‎û Civakê.” Xwestine ku bi vê dosyeyê bi awayekî berfireh li ser mijarên “zayend, zayendî, zayendîtî, ‎bêpergalîyên erka zayendîyê” hûr bibin da ku hin pirsên civakê bibersivînin. Bi vê armancê cih dane ‎gelek pisporên vê qadê û hewl dane ku di vî warî de pirsgirêkên sereke rave bikin.‎

Naveroka hejmara 10emîn a kovarê wiha ye: ‎‎

Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan bi nivîsa xwe ya “Dîn, Trawma û Bêpergalîya Obsesîf-Kompulsîf -‎Hevbandorîya Trawma, Reftara Şûştinê ya Kompulsîf û Girêdanîya Dînî bi Jinên Penaber ên Tecawizkirî ‎re- Xebateke Berawirdkirî” ku ji îngilîzî wergerandîye, cih dide xebateke xwe ya zanistî û rê û rêbaz, ‎analîza daneyên xebatê û encama lêkolînê bi xwendevanan re parve dike. ‎

Slavoj Zizek bi nivîsa xwe ya “Qaşo Bihêzbûna Jinê û Herikbarîya Zayenda Civakî Amûrên Dawî yên ‎Kapîtalîzma Şirketî ne” ku Necat Keskîn ji îngilîzî wergerandîye, behsa wê dike ku kapîtalîzm zayendîyê ‎çawa dixe bin bandora xwe û rê li ber xwe-objekirina jinê vedike. ‎

Doç. Dr. Burhanettin Kaya bi nivîsa xwe ya “Êdî Dinya Bû Qirêj” ku Mahmût Ceylan ji tirkî wergerandîye, ‎li ser qirêjîya gelek tiştan radiweste û bersiva pirsa “divê em bo vê qirêjîyê çi bikin”ê ji xwendevanan re ‎vedibêje. ‎

Prof. Dr. Arşaluys Kayir li ser mijarên “zayend, zayendî, zayendîtî û pirsgirêkên zayendîyê” yek ji wan ‎kesan e ku gelek xebat û lêkolîn kirine. Li ser van mijaran bi mamoste re hevpeyvîneke berfireh kir da ‎ku xwendevanên kovarê jê sûd werbigirin. ‎

Prof. Dr. Doğan Şahîn bi nivîsa xwe ya “Orgazm û Azadî”yê ku Kenan Ormek ji tirkî wergerandîye kurd, ‎dide dûv pirsa gelo di navbera orgazm û azadîyê de peywendîyek heye an na? Heger hebe ev ‎peywendîyeke çawa ye? Şahîn li ser vî esasî disekine û bi awayekî hûrgilî serê xwe bi vê mijarê diêşîne. ‎

Derûnnas Mihemed Elî Alûcî bi nivîsa xwe ya “Hevzayendî û Bêpergalîyên Zayendî û Zayendîtîyê” bi ‎awayekî berfireh li ser mijarên hevzayendî, bêpergalîyên zayendî û zayendîtîyê û dermankirina van ‎bêpergalîyan radiweste. ‎

Derûnnas Dr. Azad Dildar bi nivîsa xwe ya “Vajînîsmûs û Mêrên Vajînîsmûsê, Zayendî û Bêpergalîyên ‎Fonksîyonên Zayendî”yê bi hurgilî li ser vajînîsmûs, bêpergalîyên fonksîyonên zayendî hûr dibe. ‎

Prof. Dr. Cebraîl Kisa bi nivîsa xwe ya “Şeva Pêşî Çawa Dibe Sedema Tirsê?” ku Şengul Ogûr ji tirkî ‎wergerandîye kurdî, bi awayekî berfireh li ser tirsa şeva pêşî radiweste û sedemên vê ji me re rave ‎dike.‎

Dr. Nurettin Beltekîn bi nivîsa xwe ya bi navê “Ruhê Însanan de ‎Nuqteyê Tarî” behsa girîngîya zimanê dayîkê di perwerdehîyê de û rûdanên trawmatîk ên têkildarî vê ‎mijarê dike. ‎

Dr. Sabahattin Şen bi nivîsa xwe ya “Seksûalîzasyona Kurdîtîyê di Sînemaya Tirkî de” ku Sîyabend Aslan ji ‎tirkî wergerandîye, bi hûrgilî û bi mînakan behsa sekzûalîzekirina kurdîtîyê ya di sînemaya tirkî de dike. ‎

Herwiha Antropolog Welat Ramînazad bi nivîsa xwe ya “Peywendîya Zayendî û Bedenî de Rijnayişê ‎Ferasetê Bedeno Arzûnêbîyaye”, Derûnnas Baran Gursel bi nivîsa xwe ya “Em Hemû Penaber in, Em ‎Hemû Karker in, Em Hemû Civak in” ku Reşo Ronahî ji tirkî wergerandîye, Derûnnas Leyla Nisêbînî bi ‎nivîsa xwe ya “Pratîk û Polîtîkayên li ser Zayendîyê”, Derûnnasê Klînîkî û Terapîstê Pirsgirêkên Zayendîyê ‎Murat Caymaz bi nivîsa xwe ya “Zayendî û Derûnîya Jinan”, Derûnnas Gulistan Barik bi nivîsa xwe ya “Bi ‎Nêrîneke Dîrokî û Civakî Keçanî”, Şêwirmendê Derûnîyê Emrah Akbaş bi nivîsa xwe ya “Saw û Cûreyên ‎Wê” di kovarê de cih digirin. Mêvanê kovarê yê beşa “Pirs û Bersiv”ê jî helbestvan  Berken Bereh e. ‎

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?