Kovara Politico: Îran dixwaze balyozê Amerîkî bikuje

Rayedarên Amerîkî dibêjin ku Îranê plana kuştina Balyoza Amerîkayê yê li Afrîkaya Başûr daniye û heger Îran karekî wiha bike wê demê alozî û tevlîheviyên di navbera Washington û Tehranê de, wê ber bi rewşeke metirsîdar ve biçin.

Kovara Politicoyê ev nûçeya xwe ya îdiaya tolhildana Îranê bi zimanê du berpirsên Amerîkî yên navên xwe nedane û îdiaya xwe dispêrin, raportên îstaxbaratî belav kiriye.

Yek ji wan rayedarê Amerîkî ji Politico re gotiye, Îran hemû hewldanan dike ji bo tola Qasim Sulêymanî ji Trump hilîne dide xuyakirin, navê Balyoza Amerîkayê ya li Afrîkaya Başûr Lana Marks e û ew ji wê yekê hatiye agahdarkirin ku ji bihara îsal ve plana kuştina wê di rojevê de ye.

Kovara Politicoyê desnîşan kiriye, li gor zanyariyan destê Balyozxaneya Îranê di nav wê plangeriyê de heye û dixwazin û armanckirina Lana Marks yek ji wan bijardeyên Îranê ye ku dixwaze ji bo tolhilandina kuştina Qasim Suleymanî bikar bîne.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye