Kovara lîstikên zarokan a kurdî ‘GOG’ dest bi weşanê dike

.

Bi pêşengiya karîkaturîstê naskî yê kurd Îmam Cîcî, piştî xebata bêhtirî 20 salan kovareke wêneroman a lîstikên zarokan a bi navê GOG tê derxistin.

Îman Cîcî dibêje, kêm maye xeyala wî ya 20 salan bicih were û projeya wî kovara zarokan a kurdî ku giranîya wê wêne roman e digihe encamê.

Cîcî li ser malpera Fongogo jî kampanyayeke alîkariyê daye destpêkirin û ji bo pêkanîna wê projeya xwe daxwaza alîkariya darayî dike.

Di danasîna projeya Kovara GOGê de tê gotin, kovar ji lîstikên zarokan ên bi Kurdî pêk tê û bi awayê xêzan ji bo perwerdekirina zarokan tê çapkirin.

GOG, navê xwe ji lîstikên kurdî yên zarokan ên GOGê distîne û wê kovar li gel mafê çapê yên Red Kit, Yakarî, Thorgal û Milo yên biyanî xêzên romanê, wê xêzên karîkaturîstên wekî Dogan Guzel û Ender Ozkahraman jî tê de cî bigirin.

Armanca Kovara GOG ew e ku hem zarokan fêrî lîstikên Kurdî bike hem jî wan li ser çand, ziman û zanistê pewerde bike û bi rêya xêze romanê deriyê çandan li hevdu vebike.

Xêzkarê kovarê û xwediyê projeya kovarê Îmam Cîcî daxwaz dike ku bi rêya vê lînkê http://fongogo.com onlinê alîkariyê bidin projeya wan.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?