Kovara “Kürt Tarihi” dosyayek li ser Bedirxaniyan amade kiriye

.

Kovara “Kürt Tarihi” di hejmara xwe ya 42yem de dosyayek li ser Bedirxaniyan amade kiriye. Kovar wê êdî weke e-kovar wî were firotin.

Hejmara 42yem a kovara “Kürt Tarihi” çap bûye. Kovarê di vê hejmarê de dosyayek li ser “Bedirxaniyan” amade kir.

Bahoz Şavatayî dosya amade kiriye ku Ahmet Kardam, Celîlê Celîl, Mehmet Emîn Pûrçak, Rohat Alakom û Bahoz Şavatayî derbarê malbata Bedirxaniyan û xebatên wan de nivîs nivîsandine. Her weha hevpeyvînek di heman mijarê de bi Seid Verojî re hatiye kirin.

Li gel vê dosyayê di kovarê de nivîseke Nasruddewle Marduxî ya derbarê terma Kurdistanê, nivîsa Ahmet Ozerî ya derbarê Nadîr Nadîrovî, hatine weşandin. Nivîsa Anelika Pobedonostseva Kaya û Artom Kirpiçonik ya derbarê Cihûyên Kurdistanê de, Zelal Konakê wergerandiye tirkiye. Her weha Metin Atmacayî li ser pirtûka J. Andrew Bush’i ya bi navê “Between Muslims: Religious Difference in Iraqi Kurdistan” nivîsandiye.

“Kürt Tarihi” wê êdî weke e-kovar jî were firotin

Kovara “Kürt Tarihi” ku çapkirî dihate firotin wê êdî weke e-kovar jî were firotin. Kovar wê bi rêya Google Books û malpera kurttarihidergisi.com-ê were firotin

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê