Koşka Spî endamên "Konseya Aştiyê" ya ku wekî parçeyekî girîng ê qonaxa duyem a agirbesta Xezeyê hatiye avakirin û serokê "Komîteya Niştimanî ya Birêvebiriya Xezeyê" eşkere kirin.
Koşka Spî di daxuyaniya xwe de amaje bi plana aştiyê ya 20 xalî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û ragihand ku ew derbasî qonaxa duyem a agirbestê bûne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wekî parçeyekî girîng ê vê qonaxê "Komîteya Niştimanî ya Birêvebiriya Xezeyê" hatiye avakirin û Alîkarê Wezîrê berê yê Plansaziyê yê Birêvebiriya Filistînê Elî Şaat bûye serokê komîteyê.
Koşka Spî tekez kir ku erkê Şaat "vegerandina xizmetguzariyên giştî, avakirina saziyên sivîl û îstiqrara jiyana rojane ya Xezeyê" ye û ew dê bingehê birêvebiriya demdirêj deyne.
Endamên "Konseya Aştiyê" hatin eşkerekirin
Koşka Spî navên endamên "Konseya Aştiyê" ya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump serokatiya wê dike eşkere kirin.
Di Desteya Birêvebir a Damezirîner de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff, zavayê Trump û şêwirmendê wî yê berê Jared Kushner, Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair, Marc Rowan, Ajay Banga û Robert Gabriel cih digirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo piştgiriya çalakiyên birêvebirî û xizmetguzariyê yên li Xezeyê "Desteya Birêvebir a Xezeyê" hatiye avakirin.
Di vê desteyê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Steve Witkoff, Jared Kushner, Tony Blair, Wezîra Hevkariya Navneteweyî ya Îmaratê Reem Al-Hashimy, dîplomatê Qeterî Elî El-Sewadî, Serokê Îstixbarata Misirê Hesen Reşad, Marc Rowan, Nickolay Mladenov, Yakir Gabay û Sigrid Kaag cih digirin.
Li aliyê din, Nûnerê Taybet ê berê yê Neteweyên Yekbûyî yê Rojhilata Navîn Nickolay Mladenov dê wekî "Nûnerê Bilind ê Xezeyê" bixebite.
Mladenov dê di navbera Konseya Aştiyê û Komîteya Niştimanî ya Birêvebiriya Xezeyê de bibe pira pêwendiyê.
Ew dê çavdêriya birêvebirî, avakirin û bipêşketina Xezeyê bike û hevahengiya di navbera qadên sivîl û ewlehiyê de misoger bike.
Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, Jasper Jeffers jî wekî Fermandarê Hêza Îstiqrarê ya Navneteweyî hat tayînkirin.