Konsolxaneya Amerîkî nîv milyon Dolar dide perestgeha Lalişê

Konsolxaneya Amerîkî nîv milyon Dolar dide perestgeha Lalişê

Konsolxaneya Amerîka li Hewlêrê nîv milyon Dolar ji bo nûjenkirina perestgeha Laleşê ya Êzidiyan dabeş dike.

Li gor daxuyaniyeke Konsolxaneya Amerîka li Hewlêrê, Konsolê Giştî Rob Waller sardana perestgeha Laleşê kir, ligel rêberên Êzdiyan civiya û 500 hezar Dolar ji bo nûjenkirina wê perestgehê dabeş kir.

Di daxuyaniyê de hatiye, koma pereyên Amerîka ji bo nûjenkirina perestgeha Laleşê terxan kiriye, dibe yek milyon Dolar.

Herwiha destnîşan kir, Konsolê Giştî li perestgehê geriya û serdana proseya berdewamiya nûjenkirina perestgeha pîroz a êzdiyan kir.

Perestgeha Lalişê ku perestgeheke olî ya Êzidiyan e, bi 12 kîlometreyan li rojavayê navenda navçeya Şêxan a parêzgeha Duhokê ye. Perestgeha herî pîroz a Êzidiyan e. Salane li Festîvala Cemayê, Êzidiyên li derveyî herêmê jî tên serdana wê dikin û beşdarî festîvalê dibin.

K24

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?