Komxebata navneteweyî ya di derbarê DAIŞê dest pê kir!

.Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê yekem komxebateka navdewletî derbarê endamên rêxistina terorîstî yên DAIŞê dest pê kir.

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê yekem komxebateka navdewletî derbarê endamên rêxistina terorîstî yên DAIŞê dest pê kir.


Navenda Rojava ya Lêkolînên Istratejîk (NRLS) li navçeya Amûdê bajarê Qamişlo li hola Beylesan yekem komxebata navneteweyî derbarê DAIŞ’ê (Rehend, Astengî û Sitratejiyên Rûbirbûnê ) dest pê kir. Ligor medyaya nêzîkî îdareya Rojavayê Kurdistanê ji her devera cihanê bi dehan pispor beşdarî komxebatê bûne.


Di komxebatê de Endamê NRLSê  Ehmed Sîno bixêr hatina meyvanan kir û wiha got: “Me dixwest ku hemû gelên Sûriyê beşdarî komxebatê bibin da ku em karibin kiryarên çeteyên DAIŞê derhaqê gelên herêmê de û bi teybet gelê kurd de nîşan bidin. Armanca komxebata me ku ji bo diyarkirina sitratejiyek ku ewlehiya herêmê biparezê. Di heman demê de pêşniyar û nêrînên ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê ye hemû dewletên cihanê bibin yek û li dijî çeteyên DAIŞê têbikoşîn."


Herwiha Sîno diyar kir ku girîngiya ji bo hemû nirxên mirovahiyê bên parastin ev komxebat tên lidarxistin û wiha gotiye: “Komkujî û sûcên DAIŞê yên derhaqê mirovahiyê de û bi taybet ên dijî gelê kurd pêk aniyê zelal û ronî bikin. Pêşniyarên ji bo rojên pêşin rêbazên guncaw ji bo kiryarên DAIŞê dîtine bên mîsogerkirin. Dadgehkirina çeteyên DAIŞê li gorî peyman û zagonên navneytewî werin nîqaşkirin. Erk û berpirsyarên ku dikevin ser milê civaka navnetewî çi ne wê ev mijar jî bi awayekî zelal bêne nîqaşkirin. Ev komcivîn derfetek mezin e.”
 
 

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)