Komîteya lêkolînê bo aloziyên Herêma Kurdistanê hat avakirin

.

Komîteya lêkolînê bo aloziyên çend rojên borî yên deverên Silêmanî û Germiyanê ji aliyê Parlementoya Kurdistanê hat avakirin.


Komîteya hat avakirin, ji endamên komîsyonên hiqûq, mafên mirova û navxwe pêk hatiye.


Li gor Endameka Komîteyê Xedîce Umer Mizûrî diyar kir, em çûn bajarên Helebce û Xurmal û çend cihên din yên parêzgeha Helebcê. Em ê îro jî biçin Germiyan û çend deverên din. Paşê dê raporta xwe bidin serokatiya parlementoyê. Eger pêwîst bike dê parlemento li ser raportê bicive jî.


Di alozî û xwepêşandanên çend rojên borî de, gelek fermangehên partiyan û hikûmetê hatin şewitandin û talankirin. Komek kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?