Komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve 7 kes li Efrînê revandin

.

Komên çekdar ên girêdayî artêşa Tirkiyê, li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku dagir kirine, 7 kes revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihandiye ku koma bi navê Polîsa Leşkerî roja 5ê vê mehê di du bûyerên cuda de 2 kes (Bedir Koto û Ferîd Fewzî” li bajarokê Cindirêsê revandin û ber bi cihekî ne diyar ve ew birin.

Koma Polîsa Medenî jî bi ser gundê Bedîna yê li navçeya Raco de girt û bi armanca standina fidyê ji wan, 4 kes revandin ku navên wan: Omer Murad, Husên Ehmed Elî, Selah Henan Osman, Mihemed Mustefa Çerçî ne.

Rêxistinê diyar kiriye ku li navçeya Mabeta dema welatiyê bi navê Ismet Cano nexweşek dibir nexweşxaneyê, ji aliyê koma Polîsa Leşkerî ve hat revandin

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê