Komeleya Wêjekarên Kurd hat ava kirin

Li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê 'Komeleya Wêjekarên Kurd' hat avakirin.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê bi armanca piştgirîya nivîskaran û pêşxistina wêje û ziman, Komeleya Wêjekarên Kurd hat avakirin

Parêzgerîya Amedê serlêdana komeleyê pejirand û hevserokê komeleyê jî Sultan Yaray û Hogir Berbir in. 

 

Hevseroka komeleyê Sûltan Yaray, anî ziman ku piştî Komeleya Nivîskarên Kurd bi biryarnameya di hikmê qanûnê de (KHK) hat girtin, valahîyek çêbûye û ji ber vê komele ava kirine.

Yaray, da zanîn ku wê komele bi zaravayê Kurmancî, Kirmanckî û Soranî xebatên xwe bike û wê di çaçroveya xebatan de atolyeyan, şevbuhêrkan, panel, semîner û konferansan jî li dar bixin.

Her wiha Yaray, dîyar kir ku armanceke komeleyê jî piştgirîya nivîskaran û danasîna berhemên wan e.

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?