Komeke çekdar a girêdayî Tirkiyê li Efrînê dest danî ser 17 hezar darên zeytûnan

.

Komeke çekdar a girêdayî Tirkiyê, dest danî ser 17 hezar darên zeytûnên cotkarên Kurd li nahiyeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê diyar kir, koma Ceyş el-Şerqiye ya girêdayî Tirkiyê, dest daniye ser 17 darzeytûnên hin welatiyên Kurd li 6 gundên nahiyeya Cindirêsê ya herêma Efrînê.

Ew darên zeytûnên ku hatine talankirin, li gundên Qîlê, Bircikê, Çeqelê Cûmê, Miswkê Jorîn, Miskê Jêrîn û Sindiyankê ne.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018an ve û piştî êrîşeke 58 rojan dom kir, ket bin kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, ku Enqere piştevaniya wan dike.

K24

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?