Kolberek hat kuştin û 7 kolber jî birîndar bûn!

Li devera Çaldiran ya Rojhilatê Kurdistanê, di êrişa pasdarên Îranê de herî kêm kolberek hat kuştin û komek kolber jî birîndar bûn.


Li devera Çaldiran ya Rojhilatê Kurdistanê, di êrişa pasdarên Îranê de herî kêm kolberek hat kuştin û komek kolber jî birîndar bûn.


Berbanga sibeha îro, pasdarên Îranê li devera sînorî yê Çaldiranê komek kolberên kurd dan ber fîşekan.
Li gorî agahiyên malpera Hengaw, di encama wê êrişê de kolberek hat kuştin û 7 kolber jî birîndar bûn.


Navê kolberê ku hatiye kuştin, Elî xelkê gundê Îsagul yê Çaldiranê bûye. Nasnameya 4 kolberên birîndar hatiye zanîn: Mehmûd Mîrzayî, Azad Yasitar, Yûsif Mehmûd Elem Holî, Umîd Elem Hulî.
 
 
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?