Kesên li Sakaryayê êrîşî karkerên kurd kiribûn hatin berdan

2 kesên êrîşî karkerên ji Mêrdînê çûbûn Sakaryayê findiqan kom bikin kiribûn, serbest hatin berdan.

Ji kardêr û gundiyên êrîşî karkerên demsalî yên ji Mêrdînê çûbûn Sakaryayê findiqan kom bikin kiribûn 2 jê hatibûn binçavkirin. 2 kesên sewqî edliyê hatin kirin û îfadeyên wan  hatin girtin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.  

Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê, di koordîneya Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê de, derbarê K.C. û H.C. ên êrîş kiribûn de, bi îdîaya “gef xwarin” û “birîndar kirinê” biryar binçavkirinê da bû. Bersûcên ji aliyê eskeran ve hatibûn binçavkirin, dûre sewqî edliyê hatin kirin. Her 2 kes piştî îfadeya wan a li dozger hat girtin, sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. Dadgeha nobedar bi şertê kontrola edlî her 2 kes serbest berdan.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?